H’emû nûçeSereke
Mîsîya dîtindarîyê garantîya aşîtîyê nîne: sîyasîzan

Piştî cîhwarkirina mîsîya Yekîtîya Avropayêye dîtindarîyê dihate texmînkiritnê, ku Adirbêcanê ji provokasîya dûr bimîne. Feqet rêjîma agirbestê dîsa tê teribandinê. Gelo civak rola mîsîya Avropayê gelekî bilind dike, yan Adirbêcan dicêribîne wê yekê bêqîmet bike. Stêpan Danîêlyanê sîyasîzan dibêje, wekî Adirbêcan bi van provokasîya dide kifşê, ku heger dîtindarên avropî jî li virbin, ewê dîsa cûrê şuxulkarîya xwe xweyke.
Pêşezanê leşkerî Karên Hovhannîsyan jî gotîye, wekî mîsîya sîvîl nikare garantîyayên aşîtîyê bide, çimkî ew mîsîya bi dezgehên anegorva jî sîlihkirî nîne.







