
Serokê “Sîndîkata artîstên Kurdistanê” Hîva Soad gotîye, wekî 12 ê mijdarê li Hewlêrê fêstîvala şanoya navneteweyî wê destpêbe, ya ku wê hevt roja bikişîne.
Hîva Soad usa jî daye dîyarkirinê, wekî komên ji Rûsîyayê, Ûkraînayê, Tirkîyayê, Sûrîyayê, Omanê, Îranê, Îraqê, Herêma Kurdistanê û Tûnîsê wê şanoya û reqasên folklorê wextê fêstîvalê raberkin.







