
Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov wê li Yêrêvanê beşdarî civîna şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bibe.
Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda cîgirê serokê îdara prêssayê, yê wezîreta Rûsîyayêye karên der, Îvan Nêçayêv gotîye.
“22-23 ê mijdarê, Sêrgêy Lavrovê beşdarî civîna şêwira wezîrên karên der, ya komîtêya şêwirên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bibe”,- ewî gotîye.
Pevguhartina fikira, ya derheqa halê leşkerî-sîyasîye li herêmê û şuxulkarîya organîzeyêda, têra tê dîtinê.Xêncî wê yekê cêrge dokûmênt wê bêne lênihêrandinê.







