SerekeSîyasî

Pêntagonê elam kirîye, wekî ŞAY dijî her tevlîhevbûnke halê li Sûrîyayêye

Desthilatdarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dijî her êrîşeke leşkerîye, kîjan dikare halê li Sûrîyayê bide tevlîhevkirinê. Derheqa wê yekêda fermandarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî elam kirîye, dema ku ewê êrîşên balafirên tirkaye leşkerî şirove kirîye, yên ku êrîş birine ser Hêzên Sûrîya Dêmokratîk.

Em dijî her êrîşeke leşkerîne, ya ku dikare halê li Sûrîyayê bide tevlîhevkirinê.Ev yek dikare meremên me bide teribandinê, dikeve nava kîjana usa jî şerkarîya dijî DAÎŞ ê. Meremê me ewe wekî koma DAÎŞ ê tu cara ranebe ser pîya û qezîya bona herêmê pêşda neyne”,-wekîlê Pêntagonê Cozêf Bûçîno gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button