H’emû nûçeSereke
Ardûyê xebitandî, yê li stansîya ermenîye atomî dikarin careke mayîn bidine amadekirinê: têknolocîya Rosatomêye nû
Ardûyê stansîya ermenîye atomî dikarin li Rûsîyayê careke mayîn hazirkin, bi saya çi ew cîhên xweykirina ardû li Ermenîstanê dikarin bidine kêmkirinê. Derheqa wê yekêda cîgira serokê “Têxsnabêksport” ê Yêlêna Artyomovayê li pêşengeha têknolocîyên atomîyêye li Soçîyê, gotîye rojnamevana.
Niha ardûyê atomî li stansîya 60 salin tê xweykirinê, bi wê hêvîyê, wekî pêşerojêda wê têknolocîyên nû hebin. Li cêrge welata têra dibînin wî ardûyî axêda veşêrin, lê bi gotina Artyomovayê çêkirina cîhên usa gelekî biha û girane.
Feqet têknolocîya careke mayîn amadekirina ardûyê xebitandî heye, wextê kîjanê dikarin wî ardûyî careke mayîn amadekin. Bi wî meremî li Rûsîyayê du cîhên usa hene.