H’emû nûçeSereke

Li Arsaxê emelyetên plankirî wedelû hatine sekinandinê

Rûyê wê yekêda wekî Adirbêcanê rîya ku Arsaxê Ermenîstanêva dide girêdanê daye girtinê û gaza ku diçe Arsaxê dane girtinê, li klînîkayên Arsaxê emelyetên plankirî wedelû hatine sekinandinê. Derheqa wê yekênda ji wezîreta Arsaxêye saxlemîxweykirinê ragîhandine.

Niha li klînîkayên Arsaxê bona piştgirîya nexweşaye ewlin kêmasî tunene.Feqet li merkeza komarêye doxtirîyê, li kîderê nexweşên giranin, 11 meriv hene,  ji kîjana dudu halê gelekî girandanin.

Hene îdarên doxtirîyê, yên ku bi ardûyê dîzêlîye tên germkirinê, lê hene îdarên doxtirîyêye başqe jî yên ku bi gazê tên germkirinê.

Wezîreta Arsaxêye saxlemîxweykirinê hemû mecala dide xebatê bona ku halê pêşdahatî bê altkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button