
Fûtbolîstê koma Ermenîstanêye miletîyê û yê klûba “Întêr” ê Hênrîx Mîxîtaryan Înstagramêda wêne belav kirine û xemgînîya xwe girêdayî halê li Laçînêra daye dîyarkirinê.
“Yazîya 30 000 zarokên ermenîye li Qerebagê bin qezîyayêdane.Roja duşem Adirbêcanê Arsax ji Ermenîstanê û temamîya dinîyayê daye qetandinê. Ev rê rîya jîyanêye tek-tenêye, bi kîjanêra cîguhastinên bara tên mîyaserkirinê, ji xurek destpêkirî hetanî dû-dermana.
Nava qewilên zivstana sarda, dema ku dereca hewê ji sifir nimiztire, gaza Arsaxê hatîye girtinê û ew yek ji alîyê Adirbêcanêda hatîye kirinê. Binelîyên Arsaxê niha li ber qezîya hûmanîtarî sekinîne”,-Mxîtaryan nivîsîye.