H’emû nûçeSereke

ŞAY wê alîkarîya 60 mîlyon dolarî bide Ermenîstanê lê 2 mîlyon dolar jî bide Arsaxê

Hemsedirê komîsîya pirsên ermenî, ya Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Frênk Paloûn mîkrobloga xweye Twittere da nivîsîye, wekî Kongrêsa Ştatên Yekbûyî projeya xercên dewletê qebûl kirîye, li gorî kîjanê gerekê alîkarîya 60 mîlyon dolarî bidine Ermenîstanê, lê 2 mîlyon dolar jî bidine Arsaxê, bona xebatên bêqezîyakirina mîna.

“ Ez şame, wekî dikeve nava projeya xercên federal, usa jî alîkarîya 60 mîlyon dolarî, ya bona Ermenîstanê û usa jî ya du mîlyon dolarî bona Arsaxê.  Ev pere wê alî Ermenîstanê bikin ku pêşkfetina xweye êkonomîkî bidine qewînkirinê, alî serbestîya êkonomîkî bikin”,- Paloûn gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button