H’emû nûçeSereke

Fêdêrasîyona Rûsyayê gerekê rewşê bide zelalkirinê:Nîkol Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan  civîna hukumetêda  derheqa rewşa  korîdora Laçînêda da kifşê, ku ew sala 2020 da  binpêkirina xala 6 emîn y ya daxuyanîya sêalî ya 9 ê mijdarê ye.”Du alîyên daxuyanîya sêalî Adirbêcan û Rûsîya girêdayî vê bendê ne”.

Li gorî wî, daxuyanîya ku ji alîyê Adirbêcanê ve li ser platformên navneteweyî hatîye belavkirin, ku dibêje korîdora Laçînê bo çûyîn-hatinê vekirîye, derewe  û  têkilîya wê bi rastîyê re nîne”.

Serokwezîr da kifşê ku korîdora Laçînê ji alîyê Adirbêcanê ve hatîye girtin, ku ev yek binpêkirineke mezine li ser erkên navdewletî. “Tevî ku em xwe bispêrin versîyona propagandaya Adirbêcanê ku korîdora Laçînê ji hêla êkoaktîvîstan ve hate girtin, di sala 2020 de: peywira raste-rasta Adirbêcanê ye ku ewlehîya tevgera welatîyan, wesayît û barhilgiran bi rîya korîdora Laçînê, ku di xala 6 an ya daxuyanîya sêalî ya 9 ê mijdarê de hatî destnîşankirin, bicîh bîne”.

Di van şert û mercan de divê hêzên aştîparêz yên Rûsyayê yên li Qerebaxê û Fêdêrasîyona Rûsyayê ku erkên taybet yên ewlehîyê li hemberî gelê Qerebaxê girtine ser milê xwe, divê rewşê bi zelalî rave bikin. Nirxandina Rûsyayê ji rewşê re çawa ye, plan û nexşerêya wê ya ji bo vegerandina korîdora Laçînê çi ye? Ev pirsin ku civaka ermenî û Qerebaxê li benda bersivên Rûsyayê ne, ku ez bi bîr bînim, ku endama daîmî ya Konsêya Ewlekartyê ya Neteweyên Yekbûyîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button