H’emû nûçeSereke

Halê  di navbera Îranê û Adirbêcanêda sert dibe: gelo bona Ermenîstanê wê encamên çawa hebin?

Li piş sîyaseta Adirbêcanê û Îlham Elîyêve agrêsîv, ya hindava Îranêda Tirkîya û Îsrayêl sekirnîne. Derheqa wê yekêda îranzan Garîk Mîsakyan wextê qisa tevî   Sputnik  Armênîyayê gotîye.

“Xeberdanên derheqa sivdera Zangêzûrêda û usa jî halê Îranêyî hundurda, elametîyên serokatîya Adirbêcanê, behsên nava prêsayêda belavbûyî beşên vî halê sertin”,- îranzan gotîye.

Bi gotina îranzan, Bekûya ku bi açixîyên xweva firanx dibe, îdî eşkere dijî axa Îranê elametîya belav dike.

Bi gotina îranzan, menîke wî halê sert jî ewe, wekî Îsrayêl li Adirbêcanê amedeye.

“Heger berê amadebûna Îsrayêlê nava govekên leşkerî û ewlehkarîyêda, usa jî goveka êkonomîkîda dihate kifşê, niha piştî şerê Arsaxêyî dawî amadebûna Îsrayêlê li gundên Arsaxêye dagirkirî tê kifşê û ew yek bi seredana baylozê Îsrayêlê dîyar bû”,- Mîsakyan gotîye.

Bi gotina îranzan pêwandîyên Îranê û Tirkîyayê çawa yên wa gotî “dostîyê” tên hesabê. Li herdu welata jî fem dikin wekî Îran û Tirkîya ji alîyê goveka leşkerî û êkonomîkîda wekehevin û heger pevçûyîna leşkerî hebe, wî çaxî bona herdu welata jî ew yek wê dest nede.

“Ew yek her dem jî heye, lê herdu welat jî wê îzinê nedin ku dew û doz derkeve goveka sîyasî. Tirkîya û Îran wê dora sivira hevraxeberdana rûnên. Lê Adirbêcan jî wê encamê ku ew dixweze, wê bi rîya tehsîrkirinê bistîne. Heger hetanî van axirîya Îranê dicêriband bi elametîya li ser Adirbêcanê tehsîrke, niha wê sîyasetê îdî qewata xwe  unda kirîye. Li Îranê baskê miletçîtîyê qewat bûye. Li Qafqasîyayê bona Îranê Ermenîstan çawa welatê tifaqdar hatîye hilbijartinê”,-Mîsakyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button