H’emû nûçeSereke

Korîdora Laçînê gerekê bê vekirinê:Brîtanîya Mezin

Li  parlamênta Brîtanîya Mezin gotûbêjkirin derheqa dorgirtina korîdora Laçînê û encamên wêye hûmanîtarîda pêk hatîye.Nava axaftinên parlamêntvanada bangên bona xebitandina sanksîya, yên dijî rêjîma Elîyêv hatine bihîstinê, bang hatîye kirinê ku hukumî ser Adirbêcanê bikin ku korîdora Laçînê lez bidine vekirinê û meremê Adirbêcanêye bona mîyaserkirina paqijkirinên êtnîkî, çawa berdewama komkujîya Ermenî hatîye navkirinê.

Piştî elametîyên parlamêntvana, cîgirê serokê parlamêntê Dêvîd Ratlî bi axavtin pêşda hatîye û daye dîyarkirinê, wekî Brîtanîya Mezin piştgirîyê dide gavên sêkrêtarê Ştatên Yekbûyî Êntonî Blînkên û serda zêde kirîye wekî dew û doz nikare bi rîya leşkerî bê helkirinê û pirsgirêkê gerekê bi rîya dîplomatî helkin.

Ewî gotîye, wekî hukumata Adirbêcanê gerekê korîdora Laçînê bide vekirinê û pêşerojêda ewê tevî wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov xeberdin. Hatîye gotinê, wekî hukumata Brîtanîyayê tevî organîzeyên hûmanîtarî nava pêwandîyadanin û hukumatê bona pirsên hûmanîtarî 350 000 fûnt stêrlîng başqe kirine. Nava axaftina xweda Dêvîd Ratlî usa jî gotîye, wekî dîlên leşkerî gerekê bêne paşdavegerandinê û ewê wê pirsê  jî pêşda bikişînin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button