H’emû nûçeSereke

Bi dîtina tehsîra ji der, Adirbêcanê van roja korîdorê veke: sîyasetmedar

Yekîtîya Avropayê birîyar kirîye ku bi wedê du sala mîsîya sîvîl bişîne ser sînorê ermenîya-azêrîya.Dora wê têmayê Armên Vardanyanê sîyasîzan tevî Radar Armênîyayê qise kirîye.

Bi gotina Vardanyan, ev birîyar bona Adirbêcanê  faktora  zeftkirineye, çimkî nava du salên dawîda Adirbêcanê çend cara agrêsîya dijî axa Ermenîstana serbixwe mîyaser kirîye. Niha, bi saya wê mîsîyayê ew qezîya wê kêmbin. Bi gotina Vardanyan, Adirbêcanê dicêriband bi pevçûyînên li ser sînor bighîşta îmzekirina peymana aşîtîyê, lê ya bi qewilên xwe.

“Adirbêcanê dicêriband bighîje wê yekê wekî peymana aşîtîyê bê îmzekirinê bona ku Ermenîstan ji Arsaxê paşda bisekine, pirsa Arsaxê tune bikira.Adirbêcan ji hêvyên xwe miqûf ma. Ew îdî nikare bi qewatê bighîje wê yekê, wekî Ermenîstan peymana aşîtîyê îmzeke. Bi fikira min, biryara mîsîya Yekîtîya Avropayê usa jî pirsa stendina wa gotî “Korîdora Zangêzûrê” hate girtinê”,-sîyasîzan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî wextê qisa bi têlefonê ya serokê Adirbêcanê Elîyêv û sêkrêtarê Ştatên Yekbûyî Blînkên, alîyê amêrîkî hukumê xwe li ser Adirbêcanê hiştîye bona ku korîdor bê vekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button