Wekîlên Partîya Dêmokratîk, ya Gela, yên li Avropayê, bang kirine ku piştgirîyê bidine binelîyên li Tirkîyayê û Sûrîyayê, yên ku ji erdhejê zîyanê ketine.
Lîdêrê partîya opozîsîyîon Kemal Kiliçdaroglû daye dîyarkirinê, wekî li zona erdhejê gelek tişt hene ku têrê nakin.Ewî daye dîyarkirinê, wekî li wir berî her tiştî çadir têrê nakin.
Wekîlên partîya Dêmokrpatîk, ya Gela jî bi banga xweva pêşda hatine ku piştgirîyên bidine binelîyên Tirkîyayê û Sûrîyayê.
Kiliçdaroglû jî sirîya xweda hukumat rexne kirîye û daye dîyarkirinê, wekî hukumata Tirkîyayê bona qezîyayên wî cûreyî amade nîne.
“Ez fem nakim, ku çawa usa derket, wekî piştî qezîyayê cimet nava sermêda maye, çimkî çadir têrê nakin”,- ewî gotîye.