H’emû nûçeSereke

Kûlêba gotîye wekî 23 ê û 24 ê sibatê wê “bûyarên” mezin biqewimin, derheqa kîjanada Rûsîyayê “bîr bîne”

Wezîrê Ûkraînayêyî karên der Dmîtrî Kûlêba elam  kirîye, wekî 23 ê û 24 ê sibatê wê “bûyarên” mezin biqewimin, derheqa kîjanada Rûsîyayê “bîr bîne”.

Kûlêba gotîye, wekî “bûyarên mezin” wê li Nyû Yorkê biqewimin.

“Van roja wê pêşkêşî agrêsîya rûsî û serkevtina Ûkraînayêye ewlin bikin. Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî ji şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî deranîna Rûsîyayê wê wede bixweze, lê dinîyayê berbi alîyê rast bixebite”,- çapemenîya Ûkranîyayê nivîsîye.

“Nîşanên sîyasîye girîng, sanksîya, qirarên derheqa sîlihada wê hebin.Ez dibêjim, wekî Rûsîyayê wê yekê bîr bîne ku dinîyayê çi cûreyî yeksalîya agrêsîya dijî Ûkraînayê bide kifşê”,- Kûlêba gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button