
Piştî deh roja yeksalîya destpêka şerê Rûsîyayê û Ûkraînayê demam dibe. Şiroçîyê sîyasî Hayk Ayvazyan daye dîyarkirinê, wekî elametîyên bi fikira stratêcî van roja gelek tên belavkirinê.
“Serokê parlamênta Rûsîyayê Vîyaçêslav Volodîn Baydên çawa têrorîst nav kirîye û gotîye wekî ew gerekê dewsa kirinên xwe, welatîyên ku zîyanê ketine kompênsasîyayê bide, çimkî lûla gazê hatîye teqandinê.Elametîyên vî cûreyî badîhewa nayêne kirinê û ev elametî bona amadebûnêne. Heger piştî 24 ê sibata sala derbazbûyî we Rûsîyake başqe dît, niha çend roja şûnda hûnê Rûsîyake lap başqe bibînin”,- şiroçî gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî li gorî melûmetîyên cesûsîya Rûsîyayêye der, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî çekdarên DAÎŞ ê û Al Qaydayê berev dike bona ku li Rûsîyayê û li welatên Sovyêta berê kirinên têrorîstî mîyaserkin.Fikireke usa pêşda tê, wekî Rojava û Rûsîya pêşîya demambûna saleke şêr xwe amade dikin.







