Li Arsaxê qewilê hevdîtina nû, ya tevî wekîlên Adirbêcanê hatîye raberkirinê: wezîrê dewletê

Pêşeroja nêzîkda tevî wekîlên Adirbêcanê wê gotûbêjkirin tunebin. Bona wê yekê qewil pêwîstin. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî dewletê Gûrgên Nêrsîsyan gotîye.
“Em nikarin hevdîtina boy hevdîtinê pêk bînin. Ew gerekê bona gotûbêjkirina pirsên konrêkt bêne pêkanînê. Niha top li alîyê Adirbêcanêye û hemû kes gerekê Adirbêcanê mecbûrke ku ew borcdarîyên xwe biqedînin.
Birîyara mehkema Haagayê, ya dorgirtina korîdora Laçînê, halekî usa pêşda anîye wekî tenê alîk li vir heye, yê ku gerekê borcdarîyên xwe biqedîne. Ew alî jî Adirbêcane. Piştî wê yekê dema ku Adirbêcan borcdarîyên xwe biqedîne, emê bikaribin rûnên û wan pirsgirêka gotûbêjkin, yên ku niha hene.
Heger Adirbêcanê borcdarîyên xwe neqedandîye, wî çaxî fikira gotûbêjkirina kîjane? Berjawandîyên Arsaxê û Adirbêcanê dijî hevin. Bi hesabhildana encamên şêr, û halê piştî şêr, Bekû dicêribîne dewekarîya pêşda bikişîne. Feqet xetên meye sor jî hene û em derheqa wanda dibêjin.
Van axirîya serokê Arsaxê got, wekî em piştgirê her gotûbêjkirinekêne, kîjan dikarin pirsgirêka Arsaxê helkin. Feqet van gotûbêjkirina gerekê bi beşdarîya wekîlên navneteweyî bidine pêkanînê.
Wextê hevdîtina dawî, Adirbêcanê elametî derheqa întêgrasîyayêda belav kirîye, lê me jî birîyar kirîye ku dora wan pirsgirêka gotûbêjkirina pêk bînin, yên ku hene. Ew derheqa gazê û ênêrgîya êlêktrkî û vekirina rêdane.
Em fem dikin wekî gerekê bighîjine xalekê, li kîderê hal gerekê bê qîmetkirinê û bicêribînin pirsê nava çarçoveya mafê navneteweyîda helkin. Adirbêcan gerekê bi xwe, yanê jî bin hukumê lîstikçîyên navneteweyîye mezin dora sivira hevraxeberdana rûnê, li kîderê wê ev hemû tiştên dîyarkirî hebin”,-wezîrê dewletê gotîye.







