H’emû nûçeSereke
Sêrj Tankyan tabîya ŞAY, ya hindava Adirbêcanê rexne kirîye

Dengbêjê amêrîkî yê bi nav û deng, yê ku bi esilê xweva ermenîye, Sêrj Tankyan sîyaseta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya hindava Adirbêcanêda, rexne kirîye û daye dîyarkirinê ku bo çi ew sanksîya dijî Adirbêcanê mîyaser nakin.
“Ew yek pirsgirêke, heger hûn naxwezin dewleta têrorîstîye bi serokatîya dîktator cezakin, çimkî ew neftê difroşe Avropayê, yan jî baregehên wêye dijî Îranê hene.Ev yek gumanê dide Elîyêv ku ew paqijkirinên êtnîkî mîyaserke. Heger usaye, sîliha bidine Ermenîstanê jî, çawa ku hûn didine Ûkraînayê”,- Tankyan Twittere da nivîsîye.







