H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê bi têlefonê sêkrêtarê ŞAY ê ra qise kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi têlefonê sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkêra qise kirîye.

Armênprêssê ragîhandîye wekî wextê qisa bi têlefonê, pirsên derheqa krîzeya hûmanîtarîda, ya rûyê dorgirtina korîdora Laçînêda pêşdahatî, hatine gotûbêjkirinê.

Nîkol Paşînyan û Êntonî Blîkên fikir dora normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê, usa jî pêrspêktîvên vekirina rêyên li herêmê pevguhartine. Sêkrêtarê Ştatên Yekbûyî careke mayîn banga xweye derheqa lez vekirina korîdora Laçînê îzbat kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Ştatên Yekbûyî amadeye piştgirîyê bide wan  pêvajoya.

Wextê qisê Paşînyanê serokwezîr xemgînîya xwe girêdayî elametîyên Adirbêcanêye agrêsîvra elam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button