H’emû nûçeSereke

Paşdavegerandina dîlaye ji Adirbêcanê pirsa serkeye: wezîrê karên der

Yêrêvan amade nabe ji kirinên xwe paşda bisekine, bi taybetî ji paşdavegerandina dîlaye ji Adirbêcanê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li  parlamêntê gotîye.

Bi gotina wî,Bekû dîsa borcdarîyên xwe, yên ku ewê hildane ser xwe, diteribîne û wedekî dirêj nexwestîye dîlên leşkerî paşda vegerîne.

“Bi melûmetîyên fermî 33 welatîyên Ermenîstanê li Adirbêcanê çawa dîl tên xweykirinê. Feqet gelek melûmetî hene, nava wanda vîdêo û wêne, li gorî kîjana hejmara dîla diha zêbdeye. Adirbêcan wê  yekê înkar dike”,-Mîrzoyan gotîye.

Pirsa paşdavegerandina wan, bi gotina wezîr, li hemû sîstêmên navneteweyî û wextê hevdîtina tê bilindkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button