H’emû nûçeSereke

Mecalên pêwandîyên bi zimanê miletîyê nava întêrnêtêda berfireh dibin

Li Yêrêvanê hemcivîna herêmî pêk hatîye, wextê kîjanê mecalên berfirehkirina pêwandîyên bi zimanên miletîyê hatine gotûbêjkirinê.

Li gorî elametîya Armênprêssê, koma têknîkîye li Ermenîstanê îdî helkirin amade kirine. Mînanî domênên bi zimanê ermenî û usa jî bi zimanên başqe, nava întêrnêtêda roj bi roj bi zimanê ermenî zêde dibe, mesele adrêsa êlêktronî.

“65 selefê merivatîyê bi zimanê xweyî dayîkê xeber dide û zimanên başqe nizane. Bi tomerî hildayî, hetanî van salên dawî jî întêrnêt çawa zona herfên latînî tê qebûlkirinê. Niha ew yek girîng tê hesabkirinê, ku dayîna domêna bi zimanê miletîyê bê mîyaserkirinê. Ew yek jî cudaye, wekî hema Ermenîstanê ev konfêransa herêmî li cem xwe qebûl kirîye”,- cîgirê wezîrê têknolocîyên bilind Avêt Pogosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button