H’emû nûçeSereke

Rûmînîya qirarên mehkema navneteweyî girîng hesab dike

Rûmînîya piştgirîyê dide  her berbirîbûneke berbi mehkema navneteweyî.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Rûmînîyayêyî karên der Bogdan Aûrêskû gotîye. Gilî derheqa wê yekêdane, wekî Adirbêcanê biryara mehkema navneteweyî, ya derheqa vekirina korîdora Laçînêda, mîyaser nekirîye.

“Rûmînîya ji wan welataye, yên ku piştgirîyê didine mehkema navneteweyî û heqîtîya navneteweyî. Qedirgirtina wê yekê hema nava sîyaseta Rûmînîyayêye karên derda tê kifşê”,- wezîrê Rûmînîyayêyî karên der gotîye.

Bi gotina wî, ew yek mecaleke başe bona ku her pirsgirêkekê helkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button