Bona Ermenîstanê girînge ku nava peymana aşîtîyêda, ya tevî Adirbêcanê garantîyayên navneteweyî hebin

Bona Ermenîstanê girînge ku nava peymana aşîtîyêda, ya tevî Adirbêcanê garantîyayên navneteweyîye anegor hebin bona ku xalên peymanê bêne xweykirinê. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevanaye li parlamêntê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.
Bi wê yekêva tevayî, serokwezîr daye dîyarkirinê,wekî bi tomerî hildayî roja îroyîn halê navneteweyî usaye, wekî tu welatek nikare garantîyayê bide.
Çawa bersiva wê pirsê, ku bona çi Ermenîstan gerekê tevî Adirbêcanê peymana aşîtîyê îmzeke, heger garantîya navneteweyî tune, Paşînyan gotîye: “Berî her tiştî ew yek nehatîye îzbatkirinê ku emê îmzekin.Ez hêvîdarim û amademe nava çarçoveya pirsgirêkên ku min dane bilindkirinê, îmzekim. Heger em îmze dikin, wî çaxî em bona wê yekê dikin, wekî bêyî îmzekirinê garantîya bê dayînê, wekî hemû tiştê usabe, çi ku em naxwezin. Heger bê îmzekirinê, wî çaxî ew fikir mezin dibe, wekî ewê usa nebe”,- ewî gotîye û daye zelalkirinê, wekî tiştên xirab wê wî çaxî nebin, çawa ku wextê îmzenekirinê wê bibin.
Serokwezîr gotîye wekî Adirbêcan nava êyforîyayêdane û nava wî halîda elametîyên provokasîyon belav dike. Armanca wê yekê ewe, wekî Ermenîstan teslîmî provokasîyayêbe û bikeve nava wê planê, kîjan fikira Adirbêcanêdane.







