H’emû nûçeSereke
Sîlihên ji Rûsîyayê kirî negihîştine Ermenîstanê: cîgirê wezîrê karên der

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Mnasakan Safaryan elam kirîye, wekî sîlihên ji Rûsîyayê kirî negihîştine Ermenîstanê û wî alîda xebat berdewam dibin.
Cîgirê wezîr derheqa wê elametîya sêkrêtarê Ermenîstanêyî ewlehkarîyê Armên Grîgoryan xeberdaye, ya ku ewî pêşda belav kiribû û gotibû, wekî Ermenîstan ji Rûsîyayê wan sîliha nastîne, kîjan ewê xwestine, bona kîjana heq daye.
“Bi rastî sîlih negihîştine Ermenîstanê û wî alîda xebat berdewam dibin.Girêdayî vê elametîyêra ez nikarim îdî tiştekî başqe serda zêdekim”,- Safaryan gotîye.







