Naskirina yekîtîya têrîtorîya bona peymana aşîtîyê gaveke girînge: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan naskirina yekîtîya têrîtorîya bona têksta dawî, ya peymana aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda çawa gaveke girîng hesab kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda Paşînyan wextê civîna hukumatê gotîye, dema ku ewî derheqa hevdîtina 14 ê gulanê, ya bi beşdarîya serokê Yekîtîya Avropayê Şarl Mîşêl û serokê Adirbêcanê xeberdaye.
“14 ê gulanê me dîsa gavek avît. Çawa ku nava elametîya serokê Şêwira Avropayêda hatîye gotinê, me da dîyarkirirnê, wekî Adirbêcan 29 800 çargoşe kîlomêtr axa Ermenîstanê nas dike, lê Ermenîstan jî 86 600 çargoşe kîlomêtr axa Adirbêcanê nas dike. Gerekê bêjim, wekî ev yek bona îzbatbûna qewînbûn û aşîtîya li herêmê gaveke girînge. Gava mayîn wê bona dîyarkirin û kifşkirina sînoradabe”,-Paşînyan gotîye.
“Li Bryûsêlê hevfemkirina baş saz bûye girêdayî dasekinandina rîya hesinîra, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, bi hesabhildana cêribandina berê”,-Paşînyan gotîye.
Ewî serda zêde kirîye wekî li gorî elametîya serokê Şêwira Avropayê îdî eyan bûye, wekî hevfemkirin usa jî girêdayî dîlên leşkerîra hebûye û gotûbêjkirinên dora wê têmayê wê nava hevdîtinên pêşerojêda berdewambin.







