H’emû nûçeSereke

Gelo elametîyên Elîyêv didine kifşê,  ku ew  ji pevketinên li Bryûsêlê paşda disekinin?: Paşînyan dewa zelalkirinê dike

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ew elametîyên serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv çawa yên  femnekirinê hesab dike, yên ku serokê Adirbêcanê rojekê pêşda belav kiribû.

Serokê Adirbêcanê gotibû, wekî dîyarkirina sînorê ermenîya-azêrîya gerekê tenê bi qewilên Adirbêcanê bê kirinê.

Vî alîda Paşînyan hewcetîya zelalkirinê têra dibîne, çimkî elametîyên serokê Adirbêcanê didine kifşê, ku ew ji pevketinên Bryûsêlê paşda disekinin.

Serokwezîrê Ermenîstanê bîr anîye, wekî li Bryûsêlê Ermenîstan û Adirbêcan pevketine ku yekîtîya têrîtorîyayên hevdu nas bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button