Hukumata Îraqêye fêdêral 50 mîlyard dînar bona dasekinandina bajarê Êzdîya Şengalê, başqe kirine û ew yek bi fikira desthilatdarîya cîh gelekî hindike ku wan cîhên wêrankirî bidine dasekinandinê.
“Em zanin, wekî bona projeyên dasekinandinê, 50 mîlyard dînar başqe kirine, lê ew pere gelekî hindikin, çimkî bi wan pera nikarî qet xestexwenekê jî çê bikî.Em dixwezin ku li Şengalê projeyên stratêcî bêne mîyaserkirinê”,-serokbajarê Şengalê Naîf Seydo gotîye.
Bi gotina wî, 900 malbetên êzdîya qirar kirine vegerine Şengalê, lê hene malbet ku hatine û bi mecbûrî çadirada dijîn.