H’emû nûçeSereke
Seroka qeza Kanzasê Lora Kêlî û gênêral Maykl Vênêrdî tên Ermenîstanê

Baylozxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya li Ermenîstanê wê du roja seroka qeza Ştatên Yekbûyîye Kanzasê Lora Kêlîyê bi mêvandarî qebûlke. Armanca vê seredanê ewe, ku 20 salîya hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Kanzasêda bidine kifşê û pêwandîyên dualî bidine qewînkirinê.
Rêberîya Lora Kêlîyê dike gênêral Maykl Vênêrdî, yê ku fermandarê givardîya Kanzasêye.
Ewê rastî serokwezîrê Ermenîstanê û nevsên mayîne derecebilinde mayîn bên.Mêvanê usa li pareskerê aşîtîparêz biqesidin, herine hospîtala leşkerî û wê usa jî li cêrge yûnîvêrsîtêya biqesidin.
Em bêjin, wekî hevkarîya di navbera Kanzasê û Ermenîstanê ji sala 2003 a da destpê bûye.







