Em her dem li rex Ermenîstanêne: seroka parlamênta Fransîyayê rastî Alên Sîmonyan hatîye

Dêlêgasîya bi serkarîya serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan rastî seroka parlamênta Fransîyayê Yayêl Raûn Pîvê hatîye.
Ji parlamêntê ragîhandine, wekî serokê parlamênta Ermenîstanê derheqa bîranînên xweda anîye ber çeva, dema ku dêlêgasîya Fransîyayê hatibû Ermenîstanê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî ev hevdîtin hema berdewama sîyaseta dostîyê û hevkarîyêye.
Alên Sîmonyan gotîye, wekî Ermenîstan cedandinên serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, yên bona navçîgarîyê bilind qîmet dike.
Xeberdan usa jî derheqa paşdavegerandina dîlên ermenîye li Adirbêcanê, mîsîya avropîye li Ermenîstanê, garantîyayên çareserkirina maf û ewlehkarîya ermenîyên Qerebagê çûye.
Seroka parlamênta Fransîyayê usa jî daye dîyarkirinê, wekî ew her dem li rex Ermenîstanêye û wê hemû cedandina berdewamkin.







