H’emû nûçeSereke

Ermenîstan xwe amade nake bibe cîhê derbazbûna dora sanksîyara: wezîrê karên der

Ermenîstan xwe amade nake bibe cîhê derbazbûna dora sanksîyara.Welat bi cûrê nêzîk û zelal ne tenê tevî organên Yekîtîya Avropayê, lê usa jî tevî Ştatên Yekbûyî û alîyên başqe dixebite.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Vîyênayê, piştî hevdîtina tevî wezîrê Aûstrîyayêyî karên der gotîye rojnamevana.Ewî daye bawarkirinê, wekî hukumata Ermenîstanê li ser wê tabîyêye, ku ji gavên usa dûr bimîne bi kîjana dikarin dora sanksîyara derbazbin.

Çawa bersiva pirsa rojnamevanekî wekî hinek avtomaşînên xebitandî tên Ermenîstanê û ji Ermenîstanê jî diçine Rûsîyayê, Ararat Mîrzoyan gotîye “Bêguman vî şerî usa jî li ser êkonomîka Ermenîstanê tehsîr kir, him ji alîyê başda û him ji alîyê xirabda. Feqet, heger hûn derheqa sanksîyada dibêjin, ez dixwezim careke mayîn bi dengê bilind bidime bawarkirinê ku kê derheqa vê pirsêda dixweze bizanibe, ez serda zêde dikim, wekî Ermenîstan amade nabe  bibe cîhê bona derbazbûna dora sanksîyara.Em bi cûrê nêzîk û zelal ne tenê tevî Yekîtîya Avropayê, lê usa jî tevî Ştatên Yekbûyî û alîyên başqe dixebitin.Em vekirî dixebitin. Heger pirsgirêk hene, lê bi fikira min pirsgirêk li her cîha hene, ew lez  tên eşkerekirinê û tên helkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button