H’emû nûçeSereke

Têhran amadeye bi formata “3+3” bi beşdarîya Bekûyê û Yêrêvanê hevdîtinê derbazke

Îran li ser îzbatbûna aşîtîya li herêma Qafqasîyayê hatîye merkezkirinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Îranêyî karên der Husêyn Emîr Ebdulahîan gotîye.

“Qafqasîya Başûr bona Îranê girînge”,- wezîrê Îranêyî karên der wextê prêss-konfêransa tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.

“Îran nêzîkbûna welatên herêmê û pêşkeftina nava hevraxeberdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda silav dike”,- wezîrê Îranê gotîye.

Bi gotina wî, Têhran difikire, wekî nava dorana cînarada aşîtî û ewlehkarî gorî berjewandîyên welatên herêmêne.

“Herêma Qafqasîyayê gerekê werguhêzî dika şêr nebe”,- wezîrê Îranê gotîye û serda zêde kirîye, wekî aşîtîya qewîn dewa zimanê dostîyê dike.

“Em formata “3+3”, ya di navbera welatên herêmêda silav dikin û Îran dibêje ku ew amadeye beşdarî wê hevdîtinê bibe”,- wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button