SerekeSîyasî

50 mihacir birine Girê Sipî, yên ku ji Tirkîyayê hatine derxistinê

Tirkîya bi aktîîvî halê dêmografî, yê li wan cîh û warên bin kontrola xweda, yên li Sûrîyayê diguhêre. Rêjîma Êrdogan binelîyên cîh dide derxistinê û  mihacirên ji cîh û warên başqe li wandera cîh-war dike.Li bakûrê Sûrîyayê binelîyên kurd bi mecbûrî ji wandera derdikevin, yên ku ketine bin kontrola Tirkîyayê. Dewsa wan jî mihacirên ji cîh û warên başqe tînin wir.

Nehîya Girê Sipî jî dikeve nava wan nehîya. Demekê Girê Sipî ew kanton bû, ya ku bi xwe serkarî dikir û li wir wekîlên kûltûrayên cûre-cûre hebûn.Ji sala 2019 a da Girê Sipî ketîye bin kontrola Tirkîyayê.Hatîye dîyarkirinê, wekî piştî sala 2019 a îdî ji sed hezarî zêdetir meriv ji wêderê derketine. Van axirîya jî 50 mihacir anîne wir û li wandera cîh-war kirine. Hatîye ragîhanditnê, wekî nava vê mehêda îdî 250 mihacir anîne Girê Sipî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button