H’emû nûçeSereke

Bekû bi mecalên cuda-cuda derbê dighîne dîyaloga tevî Stêpanakêrtê: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kirîye, wekî Bekû bi mecalên cuda-cuda derbê dighîne dîyaloga tevî Stêpanakêrtê û dicêribîne cabdarîya wê yekê bide ser Qerebaxê. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, serokwezîr wextê civîna hukumatê di derbarê wê yekêda gotîye.

Înformasîyayên me şedetîyê didin wekî Bekû her dem derbê dighîne dîyaloga tevî Stêpanakêrtê û dicêribîne cabdarîya wê yekê bide ser Qerebaxê.

Tabîya Ermenîstanê dîsa ewe. Em dixwezin ku maf û ewlehkarîya ermenîyên Qerebaxê, bi rîya dîyaloga Bekûyê û Stêpanakêrtê, ya nava doranên mêxanîzma navneteweyîda bêne çareserkirinê”,-Paşînyan gotîye.

Serokwezîr nava vê hemtêkstêda usa jî xala  7 a, ya elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î nêzîkî aqila hesab dike, li gorî kîjanê penaberên hundur ne tenê dikarin vegerine Qerebaxê, lê usa jî herine nehîyên dor-bera.

Ev yek dide kifşê, wekî ne tenê ermenîyên cêrge gundên Martakêrtê, Hadrûtê, lê usa jî yên Gêtaşênê, Martûnaşênê, Şahûmyanê û nehîyên mayîn gerekê mecalê bistînin ku bêqezîya vegerine malên xwe”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button