
Mêdyayên Adirbêcanê derheqa şandina “alîkarîya hûmanîtarî” ji bo Qerebaxa Çîya elam dike.
Li gorî haqqin.az ê, heyva Sor ya Adirbêcanê “alîkarîya mirovahî ji ermenîyên êtnîkî yên li Qerebaxê re dişîne”. Serokê hevaltîyê , parlamêntvan Novrûz Aslan elam kirîye ku ji Bakûyê 2 otomobîl hatine şandin.
Bi gotina wî, otomobîla bi “barên hûmanîtarî” li ser rêya ku di Aknayê (Axdam) re derbas dibe, wê here.
“Beşa ewlinda tê plankirin ku 40 tonna berhemên ar bên şandin. Helbet ji bo xebatên xebatkarên me jî çadir û amûrên teknîkî bên dayîn. Emê pêvajoyên li wir diqewimin bi baldarî bişopînin. Ez wisa difikirim ku ev gav dê ji alîyê raya giştî, civaka navneteweyî û binelîyên ermenî yên ku li Xankendîyê dijîn (ku li Adirbêcanê paytexta Qerebaxa Çîya-Stêpanakêrt bi vî awayî tê gotin) ,- Aslan gotîye. Ewî daye kifşê ku “heger hewcetî hebe, alîkarî dikare dîsa bê şandin”.
Diha dereng serokê Qerebaxê Arayîk Harûtyûnyan ragihandibû ku piştî zêdetirî 6 demjimêran ji rûniştina li parlamentoyê, nekarîn biryareke hevbeş bidin, lê “pirsgirêka nan dê di nava çend rojan de bê çareserkirin”.
Berîya niha jî daxuyanîyên li ser îmkana bikaranîna rêya Aknayê ya Qerebaxê bi danîna dîwarên bêtonê hatibûn qebûlkirin.
Di vê navberê de, Bakû ji bangên ji bo rakirina bloka korîdora Laçînê ker dimîne.







