
Komîsîya hilbijartina, ya Îraqêye serbixwe derheqa destpêka amadekirina hilbijartinên parlamêntîyêye li Kurdistanê elam kirîye.Derheqa wê yekêda wekîlê komîsîya hilbijartina Daûd Salman elam kirîye.
Bi gotina wî, amadekirin destpê bûne û bona dengdayînê gerekê dezgehên anegor bêne parvekirinê. Dengdayîn him wê bi desta û him jî bi cûrê êlêktronî bê pêkanînê bona ku proseya zelal û bi heqî bê çareserkirinê.
Mafê sê mîlyon 641 566 merivî heye, ku beşdarî hilbijartinên parlamênta Kurdistanê bibin.
Serokê Herêma Kurdistanê van axirîya elam kir wekî hilbijartin wê 25 ê sibata sala 2024 a pêk bê û ev qirar ji alîyê hemû partîyayên Kurdistanêye sîyasîda hatîye piştgirtinê.







