H’emû nûçeSereke

Gelo nîşana li ser têknîka azêrîyaye leşkerî çiye?

Van rojên dawî Adirbêcanê hêz û sîlihên zêde li ser sînorê Ermenîstanê û Qerebaxê berev dike.Nava mêdîya tirkî û usa jî ya azêrîda ew vîdêo belav bûne, kîjanada tê kifşê, ku leşker û têknîka leşkerî dîyarin.

Tiştekî balkêşe, wekî li ser  hemû avtomaşîna nîşaneke sipî heye.Tê kifşê wekî li ser wan avtomaşîna herfa “A” hatîye kişandinê.

Ji mêdîya tirka înformasîya tê belavkirinê, wekî ew nîşan bi meremê “Yekbûna Nexçêvanê û Adirbêcanê” hatîye kifşkirinê.

Li gorî şirovekirina mayîn jî herfa “A” ku welgerandî tê dîyarkirinê, nîşana yekîtîyêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button