H’emû nûçeSereke
Ermenîstan roja serxwebûnê pîroz dike

Roja Serxwebûnê li Ermenîstanê her sal 21-ê îlonê tê pîrozkirin. Ev cejin ji cejnên dewletî û neteweyî yên Ermenîstanêye.
23 ê tebaxa sala 1990 î, Civata Bilind ya Komara Ermenîstanê dêklarasîya derheqa serxwebûna Komara Ermenîstanê qebûl kir û têda hate dîyarkirinê ku Yekîtîya Sovyêtê hilweşîya û dewleteke nû, Komara Ermenîstanê, ava bû. Di 21-ê îlona 1991-ê gelê Ermenîstanê rêfêrandûma serxwebûnêda dengê xwe da ku ji Yekîtîya Sovyêtê derdikeve. Mijdara sala 1991 ê, Lêvon Têr-Pêtrosyan wek yekem serokkomarê Komara Ermenîstanê hat hilbijartin.
21-ê kanûna sala 1991-ê Komara Ermenîstanê kete nava Yekîtîya Dewletên Serbixwe. Ermenîstan 26-ê kanûnê, di encama belavbûna Yekîtîya Sovyêtêda, serxwebûna tam bi dest xist.







