H’emû nûçeSereke

Elîyêv destpê kirîye li Qerebaxê azêrîya cîhwarke

Wextê civîna li Zangîlanê, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv elam kirîye, wekî ewî destpê kirîye li Qerebaxê azêrîya cîhwarke. Derheqa wê yekêda çapemenîya Adirbêcanê nivîsîye.

Bi gotina wî, hetanî roja îroyîn li Qerebaxê îdî 2 300 azêrî cîhwar bûne, lê hetanî dawîya salê hejmara wan wê bighîne 5 500 î.

Elîyêv gotîye, wekî gelek hîvîya wê yekêne û ew ji Bekûyê, Sûmgaîtê û Gyancayê tên.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button