Dersa trajêdîya Qerebaxê ewe ku şermezarkirina devkî destdirêjîyê nade sekinandin:THES

Nava encama êrîşa Adirbêcanêda li ser ermenîyên Qerebaxê di 19 ê îlonê û koçberîya bi destê zorê, herêmêda demeke nêzîkda ji ermenîyan bê valakirin, piştî zêdetirî du hezar salan. Li Fînlandîya û zanîngeha Lûndê li Swêdê li ser platforma analîza zanistî ya The Human Exploring Society ê Svantê Lûndgrên, lêkolînerê navenda lêkolînên îlahî û dînî û navenda lêkolînên pêşketî ya Rojhilata Navîn nivîsîye.
“Ev trajedîyak bû ku dikaribû ji holê rabe. The New York Times ê herî dawî nivîsîye ku tiştê ku niha li Qerebaxê diqewime, “hema tu kesî pêşbînî nekir”. Ermenî û her weha yên ku şer şopandine, ev demeke dirêje hişyarî didin ku dê ev yek bibe”,- pispor dibêje.
Lûndgrên tekez dike ku civaka cîhanî û sazîyên wê, di nav de Yektîya Avropayê, dibe ku rê dane Adirbêcanê ku serpêhatîyên xwe yên leşkerî bihese, ku tenê Bakû berbi pêşve bir.
“Havîna sala 2022 a seroka komîsyona Avropayê Ûrsûla Fon der Layên serdana Bakûyê kir û li ser şandina gazê ji Adirbêcanê bo Avropayê peymanek îmze kir. Ji hingêva, ewê gelek caran pesnê welat da wekî “hevkarê ênêrjîyê yê pêbawer ji bo Yektîya Avropayêye”.
Bi vê piştgirîyê, çend meh şûnda, Adirbaycanê ne li ser Qerebaxa Çîyayî, lê li ser çend deverên Ermenîstanê bi xwe êrîş kir. Ji wê demê û virva, Adirbêcanê zêdetirî 100 kîlomêtr çargoşe ji axa Ermenîstanê ya bê nîqaş û naskirî ya navneteweyî dagir kirîye.
Yektîya Avropayê tenê dikaribû banga ragirtinê bike û dema ku şer du roj şûnda rawestîya rehet bû”,-xudanê gotarê dinivîse.
Lûndgrên bi bîr anîye ku kanûna 2022 a Adirbecanê dest bi blokakirina korîdora Laçînê kir, ya ku tekane rêya navbera Qerabaxa Çîya û Ermenîstanêye.
“ 9 mehan zêdetir, dema ku dorpêç berdewam bû, rêberên rojavayî şermezar kirin û daxwaz kirin ku Adirbêcan ji hole rake. Lê tu hêzek li pişt vê daxwazê tunebû û ne cezakirin û ne jî gefên cezakirinê jî hebûn.
Hukumeta Adirbêcanê ev nîşan fêm kir.”Hûn dikarin zêdetirî 100,000 mirovan têxin nav qeyranek mirovahî, heta wan bigihînin sînorê gênosîdê, ji bilî şermezarkirina devkî tiştek nekin”,- ew dinivîse.
Piştî alozîya dawî, gelek nûnerên navdar yên Yekîtiya Avropayê careke din bikaranîna hêzê şermezar kirin û bangên cuda kirin. Tişta li pêşîya wan heye, xuya nakin. Bernameyên êrîşkar yên dewletên avtorîtar bi şermezarkirin û bangawazîyan nayên sekinandin. Tedbîrên pir tûndtir hewcene, pispor destnîşan dike.
Adirbêcan îdîya dike ku zora wan nehatîye kirin, bi dilxwazî revîyane. Bi awayekî rûkal, ev raste, ji ber ku tu leşkerekî Adirbêcanê ew bi zorê nebirin.
Lê bi dilxwazî narevin. Wan xwe di rewşek dinda dît ku çareyek din tune”,-ew dinivîse.
Herwiha tekez dike ku, wek berê, egerên dilgiraniyê li ser planên Adirbêcanê hene.
“Piştî tepeserkirina ermenîyên Qerebaxê, serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv tiştên ku berê gotibûn dubare kir. Ew ya ku jêra dibêje “Ermenîstana Rojava” wek axa Adirbêcanê ya dîrokî dihesibîne, ji ber vê yekê mafê Adirbêcanê heye ku wê paşda hilde.
Mebesta wî bi vê Ermenîstanêye. Di wan projeyan de bi tevahî piştgiriya Tirkîyayê heye. Hedefa yekem wê başûrê Ermenîstanê, herêma Syûnîkêbe…
Ji bo ku rêjîma êrîşkar ya azêrî bi hêza xwe ya serketinê ya heyî dest nede serpêhatiyeke leşkerî ya nû, ji alîyê Rojavayêva pêngaveke bi biryar pêwîst e. Yektîya Avropayê dikare toleyan li dijî vê rêjîmê bisepîne, ya ku vê dawîyê ji alîyê zêdetirî 60 endamên parlemana Avropî ji komên partîyayên cuda ve hatibû xwestin.
Êrîşa Adirbêcanê ya li ser Qerebaxa Çîya divê encamên wê hebin. Heger rêjîma Bakûyê vê yekê bêceza bimîne, wê teşwîq bike ku êrîşên xwe yên li dijî ermenîyan bidomîne. Ev ji bo serokên dewletên din yên avtorîtar dê bibe sînyalek xeternak.
Dersa trajêdîya li Qerebaxê diqewime ewe ku şermezarkirin û bangên devkî destdirêjîya dewletên avtorîtar nagirin. Tenê tedbîrên biryardar dikarin vê yekê bikin, Lûndgrên daye kifşê.