H’emû nûçeSereke

Mehên çile hetanî tebaxê li Ermenîstanê miaşa navîn gihîştîye 262 957 diramî

Mehên çile hetanî tebaxê li Ermenîstanê miaşa navîn gihîştîye 262 957 diramî. Derheqa wê yekêda ji komîtêya Ermenîstanêye sosîyolocî elam kirine.

Hukumata Ermenîstanê têra divîne wekî sala 2024 a zêdaya êkonomîkî wê bighîje 7 selefî.Nenihrî rîskên ji der, êkonomîka Ermenîstanê berxudana bilind dide dîyarkirinê.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan wextê civîna hukumatê gotîye.

Bi gotina wî, têmpên zêdaya êkonomîkî û aktîvîyê dîsa li ser dereca bilindin.

Nava sê mehên salêye ewlinda zêdaya êkonomîkî gihîştîye 10,5 selefî, lê ji meha ewlin hetanî meha 8 a zêdaya êkonomîkî gihîştîye 10,4 selefî. Bi gotina wezîr, nava qewilên wî cûreyîda têra tê dîtinê, wekî zêdaya êkonomîkî wê nava dorana hevt selefîdabe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button