Undabûna Qerebaxê dide kifşê, wekî Rojava nikaribû li ber agrêsîyayê ber xwe bide:The Telegraph

Undabûna Qerebaxê dide kifşê, wekî Rojava nikaribû li ber agrêsîyayê ber xwe bide. Derheqa wê yekêda The Telegraph ê miqala bi sernavê “Îzin dan ku miletê dêmokratîk bimire” nivîsîye.
Êrîş lez pêk hat û bi seda mesîhî ji alîyê agrêsorda hatine kuştinê. Bona Ermenîstanê rêyeke başqe tunebû û ewê destpêkir emirê bi hezara meriva ji destê dîktatorê Adirbêcanê xilazke.
Careke mayîn Rûsîya hate gunehkarkirinê. 120 000 welatî niha mecbûrin mal û halên xweye kal û bava bihêlin, yan jî bin dîktatorîyêda bijîn, kîjanê bi salên dirêj hiznekirin propagandayê kirîye.
Qerebax welatekî biçûke, yê ku bi sedsala bi ermenîyava jîyaye.Sala 301 ê ew welatê ewlin bû, ku mesîhîtî qebûl kir.
Sedsala 19 a da Qerebax ketîye destê Rûsîyayê û li gorî hesabên wî çaxî, li wir ermenî bûne, lê sala 1920 î Stalîn Qerebax da Adirbêcanê. Hetanî dawîya hilweşîna Sovyêtê ew şaşî nehatîye rastkirinê û ji wî çaxîda şer destpê bûye.







