H’emû nûçeSereke
Mîrzoyan û Borêl paqijkirinên êtnîkî û rewşa herêmêye li Qerebaxê gotûbêj kirine

Li Granadayê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û nûnerê bilind yê têkilîyên karên der û ewlekarîyê yê Yekîtîya Avropayê Jozêp Borêl rastî hevdu hatine û li ser mijara qirkirina êtnîkî ya li Qerebaxê axivîne.
Bi ragîhandina “Armenprêss”ê, Ararat Mîrzoyan li ser rûpela xwe ya X ê da elam kirîye ku wana li ser mijarên rojeva hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê û berfirehkirina wê jî axivîne.
“Wextê hemû hevdîtina, bal hat kişandin ser paqijîya êtnîkî ya li Qerebaxê û ew mecalên ku ermenî neçar kirine ji Qerebaxê derkevin.Li ser rewşa giştî ya herêmê jî axivîne”,- Mîrzoyan elam kirîye.







