Li Ermenîstanê dewekarîya here girîng dîsa heqîtî û girîngîya qanûnêye: Paşînyan
Ji 1 ê çileya sala 2024 a da li Ermenîstanê wê du organên lêpirsînê hebin: komîtêya lêpirsînê û komîtêya dijî ruşetxwerinê.
Derheqa wê yekêda wextê civîna pêşkêşî roja qulixçîyê komîtêya lêpirsînê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.
Serokwezîr daye dîyarkiinê, wekî nava goveka heqîtîyêda gelek werguhastin hatine mîyaserkirinê.
“Ez dixwezim bi taybetî bêjim û wê yekê girîng hesabkim, wekî ji sala îsalinda hemû pêvajoyên lêpirsînê bin kamêrada tên pêkanînê. Ez difikirim wekî eva guhartineke girînge, ya ku Ermenîstanê nava cêrga welatên sîvîlîzasîyonda hesab dike. Bi wê yekêva em pirsê datînin, ku xebatkarê profêsîyonal xweykin, yên ku îşê xwe baş zanin”,- serokwezîr gotîye.
Nîkol Paşînyan usa jî dubarekirina miaşên li komîtêya lêpirsînê girîng hesab kirîye.Ew yek bona bilindkirina kalîteya xebatêye.