
12 ê cotmehê li sînêma Moskvayêye “Îlyûzîyon” ê, bi beşdarîya wezîrê kûltûrayê, yê Kurdistana Îraqê, Mehmed Sehîd Elî fêstîvala sînêma kurdî hatîye vekirinê. Ev fêstîval cara sêeme, ku li vir tê derbazkirinê.
Binelî û mêvanên Moskvayê nava van rojada dikarin nasîya xwe bidine sînêmatografîya kurdî û kûltûra êtnogirafî, erf-edetên ruhanî û proseyên sosîyalî. Fêstîvalê hetanî 19 ê cotmehê berdewambe.







