H’emû nûçeSereke

Hindistan têra dibîne beşeke têknîka leşkerîye nû bide Ermenîstanê

Hindistan têra dibîne beşeke têknîka leşkerîye nû bide Ermenîstanê. Dayîna beşa ewlin bi açixî hatîye mîyaserkirinê. Derheqa wê yekêda Economic Times ê nivîsîye.

“Van axirîya nevsekî ermenîyî derecebilind çû Nyû Dêlîyê, ku vê pirsê gotûbêj bike. Hindistan dikare xwestinên Ermenîstanê bide razîkirinê. Nenihêrî wê yekê,  wekî bi hûrgilî hemû tişt nehatîye eşkerekirinê, dîtindarên Ermenîstanê difikirin wekî nava koma sîlihaye nûda dikare têknîka usa hebe, ya ku wê karebûnên Ermenîstanê bidine qewînkirinê.Dikevine nava koma sîlihaye pêşda, yên ji Hindistanê, stansîyayên rokêtaye piralî, rokêtên dijî tanka û sîlihên başqe. Hatîye ragîhandinê, wekî ew sîlih nava Îranêra gihîştine cîh.Vê yekê li Adirbêcanê nerazîbûn pêşda anîye.

Sîlihên ku gihîştine  Ermenîstanê, niha tên cêribandinê û li gorî gotinên desthilatdarîya Ermenîstanê encamên cêribandina didine razîkirinê”,- rojnamê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button