H’emû nûçeSereke

Îro  sêsalîya salvegera şerê 44 rojeye

Îro  sêsalîya salvegera şerê 44 rojîyê ku ji alîyê Adirbêcanêda hate destpêkirin. 27 ê îlona  sala 2020 î, Adirbêcanê destbi opêrasyonên leşkerî yên berfereh berbi  Qerebaxê kir.

Opêrasyonên şer li ser dirêjahîya xeta  qerebaxîya-azêrîya û herwiha li hin deverên xeta navbera Ermenîstanê û Adibêcanê pêk hatin. Li Ermenîstanê û  Qerebaxê qanûnên leşkerî û seferberîya giştî hatin ragihandin.

Dema şêr de Tirkîyayê bi awayekî eşkere piştgirîya leşkerî da Adirbêcanê. Li gorî daneyên fermî, di şerên giran de zêdetirî 3 hezar û 800 windahî dane alîyê Ermenîstanê û beşeke girîng ji herêmên girêdayî  Qerebaxê û herêmên Qerebaxê bi xwe ji dest dane. Şer  9 ê mijdarê de bi daxuyanîya sêalî ya serokên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsyayê bi dawî bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button