H’emû nûçeSereke
Adirbêcan naxweze peymana aşîtîyê hetanî dawîyê bibe: cîgirê wezîrê karên der

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan wextê hevpeyvîna tevî BBC ê derheqa pêvajoya normalkirina pêwandîyên Yêrêvanê û Bekûyê û usa jî bûyarên li Qafqasîya Başûr xeberdaye.
“Adirbêcan dikare elam bike, ku ew hewaskare tevî Ermenîstanê peymana aşîtîyê morke, lê mixabin gotin tenê bes nînin. Gerekê guhdarîyê bidine ser kirina”,- Kostanyan gotîye.
Bi gotina wî, gilî derheqa wê yekêdane wekî Adirbêcan naxweze peymanê hetanî dawîyê bibe û wê yekê li ser hîmê prînsîpên ji alîyê civaka navneteweyîda pêşdakişandî bike.







