H’emû nûçeSereke

Paşînyan prînsîpên peymana aşîtîyê, ya tevî Adirbêcanê raber kirîye

Wextê hevraxeberdanên tevî Adirbêcanê Ermenîstanê bicêribîne bide zelalkirinê, ku gelo Adirbêcan qayîle li ser bingeha sê prînsîpên qayîlkirî, yên ku bi navçîgarîya Yekîtîya Avropayê hatine destanînê, peyîmana aşîtîyê morke.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê dayîna bersiva pirsa welatîkî gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî hetanî niha zelal nîne ku Adirbêcan qayîle li ser hîmê sê prînsîpa peymana aşîtîyê tevî Ermenîstanê morke.

“Ev hersê prînsîp 14 ê gulanê û 15 ê tîrmehê gorî encamên hevdîtinên sêalî, ya tevî serokê Şêwira Avoropayê, serokê Adirbêcanê û min hatine  qayîlkirinê.Ji wan prînsîpa ya ewlin ewe ku Ermenîstan û Adirbêcan yekîtîya têrîtorîyayên hevdu nas dikin: axa Ermenîstanê 29 800 çargoşe kîlomêtre, axa Adirbêcanê 86 600 çargoşe kîlomêtre. Ya duem ewe, wekî hîmê şuxulkarîya dîyarkirina sînora dêklarasîya Alma Atayêye.Bona çi ya Alma Atayêye, çimkî axa 29 800 çargoşe kîlomêtrê bi  saya serbestbûna Ermenîstana Sovyêtê pêşda hatîye. Li gorî dêklarasîya Alma Atayê ew dokûmênt ji alîyê 12 komarada hatîye îmzekirinê, nava wanda usa jî Ermenîstan û Adirbêcan. Dokûmêntêda hatîye dîyarkirinê, wekî ew yekîtîya têrorîyayên hevdu nas dikin”,- serokwezîr gotîye û serda zêde kirîye, wekî li ser hîmê vê prînsîpê dîyarkirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê gerekê bi saya xebitandina xerîtên hêna Sovyêtê bêne dîyarkirinê.

Prînsîpa sêem qedirgirtina serbixwetîyê û wekehevtîyêye û vekirina rêyên li herêmêye.

“Niha zelal nîne û em nikarin bêjin, wekî Adirbêcan naxweze li ser van prînsîpa peymana aşîtîyê morke, lê em usa jî nikarin bêjin wekî  Adirbêcan wê yekê îzbat dike.Pêwîstî heye ku van pirsa wextê hevraxeberdana bidine zelalkiinê”,- serokwezîr gotîye.

Bi gotina Paşînyan, nenihêrî wê yekê wekî Adirbêcanê elam kirîye ku  yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê nas dike, lê gavên konkrêt lazimin ku ew çi cûreyî wê yekê dike”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button