H’emû nûçeSereke

Yêrêvan û Bekû bona serhevdaanîna peymana aşîtîyê pêşda diçin

Yêrêvan û Bekû bona serhevdaanîna peymana aşîtîyê pêşda diçin, em hêvîdarin,wekî ewê zû peymanê morkin.Derheqa wê yekêda berdevkê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov gotîye RÎA Novostîyê.

“Em bi rastî didine kifşê,wekî welat bona gihîştina peymana aşîtîyê pêşda diçin.Em hêvîdarin,wekî ewê zû bibe.Em usa jî hîvîya wê yekêne ku xebat wê kengê ser hevda bê”,- Pêskov gotîye rojnamevana.

Ewî gotîye wekî morkirina peymana aşîtîyê wê bona herdu welata û usa jî bona qewînbûn û aşîtîya temamîya herêmê kardarbe.

Serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê li Pêtêrbûrgê bi hevra xeber nedane, lê li ser pîya mecala axaftinên kurt hebû”,- Pêskov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button