Li ser platformên navneteweyîye cuda-cuda Ermenîstan dengê êzdîya bûye û wê pêşerojêda jî usabe
30 ê meha çile li parlamênta Avropayê konfêransa pêşkêşî jinên êzdî pêk hatîye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.Wextê konfêransê usa jî serokê mîsîya Ermenîstanêye li Yekîtîya Avropayê Tîgran Balayan bi axaftin pêşda hatîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan her dem piştgirîyê dide xwşîk û birayên xweye êzdî û her dem li meydana navneteweyî çawa dengê êzdîya pêşda tê û serda zêde kirîye,wekî zîyareta êzdîyaye here mezin li Ermenîstanêye.
Bayloz daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan bûye û wê bibe dengê êzdîya, wê dijî gavên xirabkaraye dijî êzdîya derkeve.
Balayanê bayloz nava axaftina xweda usa jî gotîye,wekî sîyaseta komkujîyêye hindava êzdîya hema mînanî wê îdêolojîyêye wekî li Qerebaxê, li ber çevê civaka navneteweyî paqijkirinên êtnîkî hatine mîyaserkirinê û niha jî gefa dixun ku êrîşê bibin ser Ermenîstanê.
Bi gotina bayloz, bêdengîya civaka navneteweyî bona celata çawa îşiqa keske û zordarî wê berdewambe, hetanî ku dijî wê yekê dernekvin.