H’emû nûçeSereke

Sala 2023 a li Rûsîyayê hejmara qezîyayên hewayî du bare zêde bûye: WSJ

Sala 2023 a li Rûsîyayê hejmara qezîyayên hewayî gelekî zêde bûye. Derheqa wê yekêda Wall Street Journal ê nivîsîye, behsa pargîdanîyên lêkolînê yên ku daneyên vekirî lêkolîn dikin. Rojname vê yekê bi cezayên ku di sala 2022  a da li dijî pîşesazîya hewavanîyê hatine danîn ve girêdide, piştî dagirkirina Ûkraynayê di meha sibatê de.

Li gorî daneyên şîrketa lêkolînê ya  Jacdec ku The Wall Street Journal behsa wan kirîye, li Rûsyayê di sala 2023 da, 74 bûyerên têkildarî balafirên ku ji bo veguheztina herî kêm 19 rêwîyan hatine çêkirin hene.  Sala 2022 a ew bûyer tenê 36 bûn. Daneyên ji hêla pargîdanîya lêkolînê Cirium ve jî têne piştrastkirin, ku li gorî hesabên wê, di sala 2023 a da li Rûsyayê, li ser her 100,000 balafiran nêzîkî 10 bûyer çêbûn, lê salek berê ev hejmar tenê 5 bû.

Li Rûsyayê sala borî xwe ji karesatên hewayî yên mezin dûr xistîye. Di warê qurbanîyan de karesata herî mezin ketina balafireke taybet bû û tê de damezrînerê “Wagner” ê Yêvgênî Prîgojîn û xizmên wî hatin kuştin, sedema karesatê bi fermî nehatîye dîyarkirin, lêkolîn nehênî ye.

Ji xeynî felaketa balafira Prîgojîn, bûyera hewayî ya herî bi deng daketina balafira “Rêhewayên Ûral” ê li herêma Novosîbîrskê ji ber têkçûna pergala hîdrolîk bû. Di dema daketina awarte de tu kes nemirin.

Pisporên ku ji hêla WSJ ve hatine anketkirin dibêjin, her çend pir bûyeran ji zirarên cidî yan windakirina jîyanê dûr dikevin, lê xeletîyên têknîkî yên domdar xeterek mezin li ser rêwîyan çêdike û zextê li ser pîlotan zêde dike.

Sîza bi taybetî qedexekirina şîrketên rojavayî yên çêkirina balafiran dide, da ku xizmetê nedin firokeyên hêlên asmanî yên rûsî û parçeyên yedek nadin wan. Berî niha hatibû ragihandin ku hejmareke firokeyên rûsî rêziknameyên xwe yên têknîkî pêdaçûn kirine û rê dane firokeyên ku xeletî hene bifirin. Lê belê “Rosavîyasa” di kanûna sala borî de ragihandibû ku “tu meyla zêdebûna bûyerên hewayî” li qada hewayî ya Rûsyayê tune ye. Lê di nava salê de gelek caran mêdyayên girseyî yên cuda ragihandine ku ev meyl heye. Bi taybetî, di meha îlonê de, “Ноvaya gazeta Avropа”, piştî qeza li Novosîbîrskê, li ser vê yekê nivîsand ku di mehên  çile-tebaxê de, zêdetirî 120 qezayên hewayî yên ku tê de balafirên sivîl tê de bûn li Rûsyayê qewimîn, ku ev yek ji gelemperî 2 qat zêdetir e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button